Hêzên ewlekarîyê yên rejima Esed, berdewam in di kampaniyên girtina kotekî û serdegirtina malan, bi armanca belavkirina tirsê li deverên di bin kontrola wan de, ku raporteke mafên mirovan ragihand ku bi kêmî ve 203 kes di meha mijdarê de bi awayekê bêseruber hatine girtin, di nav de 138 bûyerên bêserûşûnkirinê.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan duhî di raportekê de raguhand ku di meha bûrî de nêzîkî 203 dozên girtinê hatine tomarkirin, di nav de 8 jin, ji wan 112 li ser destê rejîmê, di nav de jinek, û 42 doz, di nav de jinek ji aliyê milîsên “PYD”, û 14 doz tevî du jinan ji hêla “Heyet Tehrîr Alşam”, û 35 doz, 4 jin di nav de ji hêla hin aliyên din ve.
Raportê da zanîn ku ji hêla zêdetirî 116 xalên kontrol û pişkinînê ve, dozên girtin û binçavkirina di meha mijdarê de li parêzgehên Sûrî yên cuda hatine belgekirin, û hêzên rêjîmê di pêşiyê de tên û pişt re jî milîsên “PYD” tên.
Torê bal kişand ku wê ji destpêka sala 2019 ve, 4445 dozên binçavkirinê yên rastyeqîn belge kirine, tevî belavkirina dozên binçavkirinê li ser parêzgehan, ku ya herî zêde li parêzgeha Helebê, û piştre Dêrazorê ye.
Di raporê de hatiye tekezkirin ku rejima Esed pabend nabe bi ti lihevkirin û peymanên navdewletî yên ku wê pejirandine, bi taybetî peymana navnetewî ya li ser Mafên Sivîl û Siyasî, ku bi salan li ser berdewam kiriye, û bi sedhezaran kes binçavkirî ne bê darizandin.
Raporta torê bal kişand ku ji hêla milîsên PYDê ve gelek binpêkirinên bingehîn wekî êşkence û bêserûşûnkirinê li herêmên di bin kontrola wê de pêk anîne.
Rapora mafên mirovan bang li Civata Ewlekarî ya Netewên Yekbûyî kir, ku jibo bicîhkirina biryarên 2042 ya 14ê nîsana 2012, 2043 ya 21ê nîsanê 2012, û ya 2139 a 22ê reşmeha 2014 bişopîne, da ku rewşa bêserûşûnkirinê bi dawî bibe.
Rapora Torê pêşniyar kir ku Encûmena Mafên Mirovan li ser pirsgirêka binçavkirî û bêseruşûnan li Sûrî raweste, û wan di hemû civînên salane de ronî bike, û bi rêxistinên herêmî yên mafên mirov yên çalak li Sûrîyê re hevkarî û hemahengî bike.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî