Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Ebdilbasit Ebduletîf, ligel serokê desthilata Sûrî ya demkî birêz Ebdilrehman Mistefa civiya, û pevre karê desthilatê li herêmên rizgarkirî û bi taybetî tevgera desthilatê ber bi rojhelatê feratê piştî rizgarkirina gelek herêman bi operasiyona Kaniya Aştiyê gotûbêj kir.
Herdu aliyan giringtirîn beraberiyên têne pêşiya desthilatê li herêmê gengeşe kirin. Emîndarê giştî amaje bi bizavên desthilata demkî kir, ji bo aramiyê li hemû herêman pêk bînin, û rewşa xizmetan baş bikin, tev ko herêm di rewşeke aloz de dijî.
Mistefa diyar kir ko desthilata demkî berdewam e ji bo çareserkirina hemû kêşeyan û çakkirina rewşa xizmetan, û spasiya Hevbendiya Niştimanî û desthilata Tirkiyê li ser piştgiriya wan kir.
Mistefa bal kêşand ser ko desthilatê karîye encûmena xwecihî ya bajarê Til Ebyed li gundewarê Reqa pêk bîne, û karê wezareta xwecihî û ya hindirîn û dezgehên xizmetên fermî wek dad û fêrkirin û tendiristiyê kartêker bike.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî