Li navenda bajarokê Girê Spî, roja şemiyê 2/11/2019, otombîlek bumbekirî teqiya, di encamê de 33 kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Çalakvan Mihemed Bozan ji malpera me re ragihand ku di encama teqîna Otombîlek bumbekirî de li bazara Girê Spî, 13 kesan jiyana xwe jı dest dan, her wiha 20 jî birîndar bûn.
Bozan diyar kir ku birîndar veguhestin nexweşxaneya bajarê Girê Spî û Akçaqeleya navçeya li aliyê Tirkiyê, û got ku Rewşa hinek birîndaran pir xirab e.
Her wiha Bozan bal kişand ku li derdora cihê teqînê ziyanên mezin çêbûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hebendiya Niştimanî ya Sûrî