Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Mihemed Yihya Mektebî namak pîrozbahiyê ji Encûmena Niştimanî ya Kurd re şand bi helkefta kongirê wan yê sêyemîn ku li bajarê Qamişlo bi serkeftin lidar ket.
Emîndarê Giştî ; em bi hêvî ne Encûmena Niştimanî Kurdî rola xwe ya kêrhatî li Herêmên Kurdan pêk bîne û rêkên biratiyê li navbera pêkhatiyên Herêmê ji Kurd, Ereb û Siryanan veke.
Ewan nakokiyên ko hêzên tarîxwaz navbera Civaka Sûrî de çê kirine rake.
Mketebî sûr bû li ser piransîb û armancên gelê Sûriyê bi hemû aliyên xwe ve di azadî û rûmetê de û ji birayên me yên Kurd re mafê wan yê netewî yê rewa li gora belge û peymanên navdewletî misoger bibe, û serkeftin her û her ji Şoreşa Sûriyê re be.
Her wiha Mektebî bang li gelê Cezîrê kir û got Kurd, Ereb, Siryan û Aşûrî û yên din mil bi mil digel hev bin şerê Zordariya Rêjîmê û Rêkxistina Dewletê bikin ji bo avakirina Sûriyake dîmuqratî piralî û her tiştê ko nakokiyan pir bike têk bibin.
Hêjayî gotinê ye ko karûbarê kongirê sêyemîn yê Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê berî çend rojan li hola Kongiran li Qamişlo dest pê kiribû, bi beşdarbûna 264 endaman ji bajar û Herêmên corbicor yên piraniya Niştecihên wan Kurd in û hin endam yên derve, li jêr dirûşma “Ji bo Sûriyeke Dîmuqratî, yekbûyî, parlamanî û piraliya Netewî û Olî ”
Jêder : Hevbendî