Bi sedên malbatan duh sibehê deriyê Sêmalka ê sînorî derbas kirin da vegerin bajarê Kobanî.
Yek ji welatiyên vedigerin ragihand ku bêtir ji 800 malbatî li hindek bajar li herêmê bi cî bûbûn, piştî zehmetkêşiya neh mehan ji mişextiyê, derî derbas kirin ta ku vegerin malên xwe li Kobanî.
Hejmarek ji erebeyên veguheztinê ku bîst û çar saetan kar dikin bo wan ji Dêrikê di riya Serê Kaniyê re veguhêzin Kobanî hatin amadekirin.
Hêja ye gotinê ku malbatên Kobanî ên li parêzgehên Herêma Kurdistanê bi cî bûbûn dor 10 Hezar malbat bûn, piştî destdanîna rêxistina Daiş a tirorist li ser Kobanî ber bi Herêma kurdistanê ve mişext bibûn.
Jêder: Hevbendî – Rojava News