Nûçegihanê me li Hesekê ragihand ku duh 23 Hezêranê 3otombêlên teqîner bajar armanc kirin , teqînek li pêşberî navenda esayişên bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat ve li nêzî kargeha Sînalko çêbû di encamê de hejmarek ji esayiş û sivîlan birîndar bûn û hatin veguhestin bo nexweşxaneyekê taybet bi PYD, her wiha gelek ziyanên madî gihiştin kargehên derdorê
Her wiha otombêleke din navenda hêzên Bervaniya Niştimaî ya bi ser rêjîma Esed ve ku bi navê (Elmuqne’în) tên naskirin li taxa Neşwa armanc kir û di encamê de jimarek ne diyar ji kuştî û birîndaran çêbûn.
Di heman demê de du kesên xwekuj êrîşî navenda Hecana ya bi ser rîjimê ve kirin di encamê de hejmareke kuştî û birîndar ketin û hatin veguhestin bo nexweşxaneya Niştimanî li taxa Ezîziyê.
Hêjayî gotinê ye ku di dema dawî de rewşa ewlehî li Hesekê ne arame û çavdêr rêxistina (DAIŞ) bi teqînan tewanbar dikin.
Jêder : Hevbendî