Îro û herwiha siba jî li Jinêv wê cêgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Hîşam Merwa li kêleka civîna Encûmena mafên mirov ya ser bi Netewên Yekgirtî ve li bin navunîşana “Sûriya piştî Stemkariyê” beşdar be.
Herwiha di vê civîna bîst û nehemîn xula Encûmena Mafên Mirov de, wê paşeroja pirosêsa veguhêz di Sûriya de bête gengeşekirin, ji aliyê sizakirina tawankaran û vegerandina jiyana bajêrvanî ya sivîl û misogerkirina mafên qurbaniyan û helweşandina terorê.
Tê çaverêkirin ku wê Merwa di serdana xwe hevdîtinan bi hin rêxistinên navdewletî û yên Mirovî re pêk bîne, û di nav wan de jî komîteya Lêpirsîna Navdewletî ya taybet bi Sûriyê ve jî, ya ku duhî roja sêşemê nûtirîn raporta xwe derxist.
Herwiha Merwa wê serdana heryek ji Xaça Sora Navdewletî û Komisyona bilind ya penaberan bike, bo gengeşekirina rewşa mirovî ya xirab li Sûriyê û pêwistiya dabînkirina gihandina alîkariyan bo navçeyên ji aliyê hêzên Esed ve dorpêçkirî.
Jêder: Hevbendî