Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilîlah Fehed, daxwaz ji civaka Navdewletî kir ko siyaseta Esed ya koçkirina kotekî û guherîna dîmugrafî ya li derdora Şamê û Humsê pêk tîne rawestîne, û “garantiyê bide ku ji mafê xelkên Sûrî ye di malên xwe de bimînin, û rawestandina operasiyonên Rêjîmê û hevalbendên wê li dijî wan, û bihêlin ko alîkariyên mirovî û heyberên bijîşkî bigihên kesên dorpêçkirî.”
Emîndarê giştî di gotarekê de ko di Rojnameya Elqebes îro belav kiriye, ya bi navûnîşana “Civaka Navdewletî nabihîze, nabîne û napeyive..Taxa Elwe’ir wek nimûne”destnîşan kir ko bobelata bi ser 75hezar sivîlî li taxa Elwe’ir dibînin, ya ko ev sê sal Rêjîmê ew dorpêç kiriye. Û berdewam kir û got: tevlî ku dorpêçeke tund li ser taxê heye, û dijminkariya Rûsî Taxê bi çekên qedexe û bombeyên goşî û yên Napalma şewatkar armanc dike, lê bi dehhezaran niştecih di malên xwe de mane û derneketine.
Fehed got: “Netewên Yekbûyî nikarîbû ji bil hindek alîkariyên hawarhatinê derbasî taxê bike, û rola wê diket warê alîkariya Rêjîmê de, û Nivîsgeha Netewên Yekbûyî ya Şamê rola wê di pêkanîna agirbestê de hebû, ew agirbesta dawiyê bû hokara teslîmbûnê, ya ko dibe nîşanek ku destê wê jî di koçkirinê de heye”.
Fehed bal kêşand ser bizava“Rêjîmê ya berdewam di koçkirina kotekî de, bi hemû awayan ji bombebaranê dest pê dike hata kuştin û dorpêçkirinê û ferizkirina agirbestên xwecihî yên ne dadane, û binpêkirina yasaya navdewletî ko di bin sîwana wê de kirdeya koçkirin û berdanê dike, aramiya ko di rastiya wê de şermezariyek di rûyê Rêkxistina navdewletî û dîrokê û yasaya navdewletî de ye, çimkî derfetê dide rêjîmeke nerewa ko çekên kîmawî, Bermîlên teqîner û bombeyên goşî li dijî sivîlan bikar bîne, hem berdewam kuştin, wêrankirin û koçkirina kotekî dike.”
Emîndarê Giştî daxwaza avêtina “pêngavine piraktîkî kir, ko rê li ber çareseriya siyasî xweş bikin tako derdê miletê Sûrî bidawî bike û hêviyên wî misoger bike.”
Tekez kir ko “Miletê Sûrî jiyaneke azad dixwaze, û hevbendiya hemû hêzên şerxwaz nikare viyana wî têk bibe.”
Fehed hişyarî da “zêdebûna tawankariyan û binpêkirina mafan û koçkirina kotekî, tirsa dubarekirina wan tewanan herdem dihêle, ji ber sarbûna karvedanên civaka navdewletî, û ev sarbûn metisiyan tîne holê û dihêle çareseriya siyasî têk biçe.”
Jêder: Hevbendî