Hin berpirsên Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, diyar kirin ku xelkê Dêrazorê rastî metirsiya qirkirinê tên bi sedema şerê xwîndarî yê di navbera milisên Esed û rêxistina DAÎŞ’ê de, hevdem daxwaz ji NY û ji rêxistinên navdewletî kirin ku balê bikişînin li ser bajar û xelkê wê û herwiha hewla rizgarkirina wan ji metirsiya mirinê bidin.
Berdir Camûs, endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê got ku rêjîma Esed astengiyan ji bo mana xwe li ser desthilatê têxe li pêş cêbicêkirina biryarên navdewletî, û bi vê yekê xelkê sivîl dimîne dibin desthilata terorê de.
Ku duhî sê kes şehîd û hin birîndar ketin ji encama topbarankirina herdu taxên Elcûra û Elqisûr yên dorpêçkirî bi hawinan ji aliyê rêxistina DAÎŞ, û li beyaniya îro û ji aliyê firokên rêjîmê, taxên dibin destê DAÎŞ de bi bombeyên weşî hatin bombebarankirin, û têde heryek ji taxa Elhiwêqa û taxa Sîna’a û derdora meydana giştî hatin bombebarankirin, û îro di êrîşeka esmanî de li ser bajarokê Mihimêdiyê, sê şehîd û hejmarek birîndar ketin.
Camûs bal kişand ku rêjîm xema çarenivîsa sivîlan naxwe, û hemû hewlên ber bi çareseriya siyasî beravêtî dike, û tekez kir ku dirustkirina desteyeka hikumraniya veguhêz bitenê dikare xelkê li dora xwe kom bike û dikare terora rêxistina DAÎŞ’ê jinav bibe.
Li aliyek din, Sefwan Cindelî endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî, daxwaz ji NY kir ku bi erk û berpirsyaretiyên xwe li hember parastina sivîlan rabe, herwiha ranebe bi parçekirina êş û azarên sivîlan yên hevşêwe di hemû navçeyên dorpêçkirî de her ji Dêrazora û heta bi Himus û gundewarê Şamê û Xûteya rojhilat û ya rojava.
Cindelî, daxwaza pîtedan û pêşkêşkirina piştgiriyê ji bona xelkê Dêrazorê û sivikkirina êş û azarên wan yên berdewam ji rêxistinên hawarhatina navdewletî kir, û herwiha ji wan rêxistinan daxwaza çavdêriya dabeşkirina alîkariyan li ser taxên dorpêçkirî kir, û wê nehêlin di destê berpirsyarên rêjîmê.
Jêder: Hevbendî