Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, kongirekî rojnamevanî li Ezazê li gundewarê Helebê derbarê rewşa bobelatî li bakurê Sûriyê ji encama erdheja wêranker ya ku li Tirkiye û Sûriyê rûdaye li dar xist.
Û Rahmê di kongirê rojnamevanî de got: “Me ketwar weke ku heye dît, û em liviyan daku di van şert û mercên dijwar de li kêlek gelê xwe bin, û rastiya trajîdî ji nêz ve bişopînin, û hewcedariyên gel bibînin, û bi erkê ku li hemberî vê felaketê ji me tê xwesti rabin”, û Rehmê berdewam kir û got: “Em niha li vir in daku di felaketê de li rex xelkê xwe bin.”
Û Rahmê got: “Dema em gihîştin deverên wêranbûyî, me qebareya felaketa ku bihezaran kes ji hezkiryên me ji ber wê bûne qurbanî dît, ji ber ku hejmara qurbaniyan li seranserê Sûriyê gihîşte 3,126 kesan, û ya birîndaran jî nêzîkî 2,950 kesî ye, ji bilî bidehhezaran kesên ku niha li çolan radizin.
Û Rahmê tekez kir ku ziyana herî mezin ji encama erdhejê li bakurê Sûriyê bûye, ji ber ku zêdetir ji 400 avahiyên hilweşiyayî hene, û avahiyên ku beşek ji wan wêran bûye û li ber hilweşînê ne hene, û hejmara wan hezar û 300 avahî derbas kiriye.
Û Rahmê tekez kir ku hewcedariya lezgîn bi alîkariya tendirustî û pizîşkî, çadiran û sotemeniyê bo makîneyên giran yên ku kavilan radikin heye.
Û Emîndarê Giştî tekez kir ku şandina alîkariyan bi rêya rijêma Esed tê wateya windakirina vê alîkariyê û negihîştina wan bo kesên hewcedar, ji bilî ku rijêm wan alîkariyan ji bo piştgiriya artêş û milîsên xwe yên ku xelkê Sûriyê dikujin bikar tîne.
Û Rahmê tekez kir ku wan lîsteyên nû derbarê pêdiviyên pizîşkî û alîkariyê amade kirine, û ji saziyên navdewletî yên hawarçûnê re şandine, û destnîşan kir ku yên ew lîste amade kirine di vî warî de pispor in.
Û Rehmê bal kişand ser rola mezin a ku Berevaniya Sivîl tevî şiyanên wê yên kêm lîstiye, û hîn jî dilîze, ji ber ku tîmên Berevaniya Sivîl bi sedan welatî ji bin kavilan rizgar kirine, û da zanîn ku karên rizgarkirinê bi dirêjiya rojên bûrî cihê pesindariyê ye.
Û Rehmê bal kişande ser rola Artêşa Niştimanî li gel Berevaniya Sivîl di rizgarkirina giyanan de, û rola encumenên xwecihî tevî kêmbûna karînên wan li hember bobelatê di hemû astan de, her weha rola berçav a cihê spasiyê ya rêxistinên hawarçûnê û saziyên xizmetguzariyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî