Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulbasit Ebdulletîf, di civînên jihev cuda de, hevdîtin li gel hejmarek ji çalakiyên şoreşgerî û siyasî yên devera rojhilatê Sûriyê lidar xist, û bi wan re behsa rewşa jiyaneyî û meydanî li parêzgehên rojhilatê ferat û dawîtirîn pêşketinên siyasî û meydanî kir.
Û Emîndarê Giştî li gel Endamên Desteya Siyasî ya parêzgeha Hesekê li Îyaleta Orfa ya Tirkiyê civiya, û di civînê de wan berfirehkirina nûnertiya erebên xelkê parêzgeha Hesekê di Hevbendiya Niştimanî de xwestin, û ku divê zêdetir xelkê parêzgehê têkevin nav Hevbendiyê bo rewaya nûnertiyê û misogerkirina gihandina dengê beşên herî fireh ji xelkê parêzgehê di hundir tevaya hêzên siyasî û şoreşgerî di Hevbendiya Niştimanî de.
Û Emîndarê Giştî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî sîwana tevaya xelkê Sûriyê bi hemû pêkhat û parêzgehan ne, û xem û êşên her parêzgehekê dighînin civînên Hevbendiya Niştimanî, û got ku em herdem kar ji bo berfirehkirina sîwana Hevbendiyê dikin, daku bêhtirê pêkhatên Sûriyê ên şareza û ji tevaya dever û hemû aliyên siyasî têde bin.
Û Emîndarê Giştî hevdîtin li gel beşekî ji xelkê devera rojhilat û çalakiyên wê li Îyaleta Gazî Entab lidar xistin, û bi wan re behsa rewşa deverê û kiryarên milîsên Îranî li deverê û pirojeyên wê yên mezhebî kir, û li ser derdeseriyên xelkê Parêzgeha Dêra Zorê ji aliyê dijminkariyên hêzên rijêmê û berdewamiya girtinê ji aliyê amûrên ewlekariyê ve, û ji aliyekî dî kiryarên terorristî yên ku milîsên PYD pê radibin û berdewamiya wan milîsan di girtina kotekî û helmetên serdegirtina malên sivîlan gengeşe kirin.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê sardana Encûmena êl û Eşîran li Îyaleta Orfa kir, û bi hejmarek ji rayedarên Encûmen re civiya, û Emîndarê Giştî kurteşiroveyek li ser dawîtirîn pêşketinên meydanî û siyasî û amadekariyên niha dibin ji bo gera destûrî ya nû yaku dêli dawiya heyva dahatî lidar keve pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî