Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ebdulbasit Ebdulletîf, serdana Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê li Îyaleta Gazî Entab kir, û li gel Rêvebirê Saziyê Mihemed Heseno û tîmên rêvebirina saziyê civiya.
Û Emîndarê Giştî kar û çalakiyên Yekîneyê tevî raporên wê yên rolane derbarê bêtara kovîd 19 yên ku pirograma çavdêriya nexwaşiyê di yekîneyê de derdixe temaşe kir, ew pirograma ku yekînî ji bo rûbirûbûna bêtara korona li deverên rizgarkirî pê radibe, nemaze li gel zêdebûna belavbûna bêtara korona û bilindbûna haletên metirsîdar û mirinê.
Û Ebdulletîf, xebatên pirojeyên geşepêdanî yên ku yekîne pê radibe ji bo piştgiriya xelkê me li wir û livandina dolabê aboriyê li tevaya deverên rizgarkirî şopand, û karê pirojeyên çandiniyê li bakurê Sûriyê û pirojeyên dîtir yên ku pirograma pirojeyên geşepêdanî di yekîniyêd de pê radibe temaşe kir, û Emîndarê Giştî guhdarî girîngtirîn astengiyên ku rastî yekîneyê tên kir, û rêyên çareserkirinê daku wan rêgir û astengiyan hilînin an kêm bikin gengeşe kir.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî serdana Nûnergeha Hevbendiyê li Îyaleta Gazî Entab kir, û bi Nûnerê Hevbendiyê, Mihemed Elşimalî û rêvebirên pêre civiya, û li ser xizmetguzariyên bo Sûriyên li Îyaletê têne pêşkêş kirin û rêyên çareseriya rewşa sûriyan têde nemaze di riya pêwendiya li gel Walî û Rêvebirê Koçberiyê li Gazî Entab axivîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî.