Tîmê Çavdêriyê di Girûpa kar ji bo Filestîniyên li Sûriyê, di raporekê de bi boneya Roja Navdewletî ya Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiyên li ser Jinan anî ziman ku, bêhtir ji 110 jinênê penaberên Filestînî hîn bêserûşûnên bi kotekî ne li bal amûrên ewlehî û zîndanên rijêma Esed de.
Û raporê got ku jinên penaber yên Filestînî li ber dergeh û deriyên kampên filestînî û rêbendên ewlehiyê li bajarên Sûriyê hatine girtin, û bal kişand ser ku di her kampekê de jinên Filsetîniyên penaber di zîndanên rijêmê an di zîndanên hêzên bi ser rijêmê ve girêdayî de ne.
Û raporê tekez kir ku çarenûsa jinên girtî yên filestînî hîn ne diyar e, û bal kişand ser ku amûrên ewlehiyê yên rijêma Esed ti agahiyan derbarê navê girtiyên li bal xwe nadin, ew jî dihêle ku belgekirina agahiyên bi wan ve girêdayî pir dijwar be.
Û Girûpa kar ji bo Filestîniyên li Sûriyê, berê dîdevaniyên girtiyên Filestînî yên ku di zîndanên rijêma Esed de rastî hemû şêweyên xirab wek îşkencê û zorkêşiya govdeyî û derûnî û destdirêjiyên siksî hatine belge kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî