Saziyên Hikûmeta Sûrî ya Demkî, di karê dabînkirina pêdviyên bingehîn bo nişteciyên deverên rizgarkirî li bakurê sûriyê ji bo xelkê deverê û koçberan berdewam e, ji ber ku kargeha giştî ya aşan dê aşekî li bajarê Til Ebyed amade bike, daku di navbera çend rojan de bi awayekî cidî di xizmeta welatiyan de be.
Û Rêvebirê Giştî yê Kargeha Aşan di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Endeziyar, Yosif Elxemîs, di hevpeyvînekê de bo malpera hikûmetê got ku kargeh xebatê ji bo amadekirina aşekî nû li bajarê Til Ebyed dike, ku berhema wî rojane dê bighêje 50 tonî.
Û Rêvebirê Giştî yê kargehê diyar kir ku berhema aşê nû di 24 katijmêran de dighêje 50 ton genim, û anku 40 ton ard e, û got ku qebareya berhemê ard dê têra pêdviyên deverê bi awayekî tam bike, û bal kişand ser ku kargeha giştî dê ard li ser firneyên li bajêr û gundewarê wî belav bike.
Û Rêvebirê Kargehê Endeziyar Yosif Elxemîs bal kişand ser ku texmîn heye ku karê amdaekirina wî aşî dê di navbera 15 û 20 rojan de bidawî bibe, û pişt re dê bi awayekî cidî têkeve xizmeta welatiyan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî