Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, rapora karê Emîndariya Giştî li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civatên niha lidar dikevin de yên xola normal a 59an pêşkêş kir, û têde li ser karê Emîndariyê û rola wê di karê siyasî û yasayî de û lidarxistina hevdîtinên li deverên rizgarkirî li gel çalakiyên sivîl û yên şoreşgerî axivî.
Û Emîndarê Giştî pergal û karê yasayî û rêvebirî di Emîndariya Giştî de berçav kir, û tekezî li ser giringiya xurtkirina karê dezgehî û bilindkirina asta pêwendiya Sûrî – Sûrî û pêşkêşkirina xizmetkariyan û pişgiriya pêwîst bo çalakî û ofîs û rêviberî û komîtan kir.
Û Rehmê şiroveyek li ser karê baregehên Hevbendiya Niştimanî li gundewarê Helebê pêşkêş kir, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiyê di xurtkirina hebûna Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî û pêşxistina karê rêvebirî têde kir.
Û bal kişand ser hevkarî û hevrêziya li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştevaniyê di tevaya warên cîbicîkirinê yên girêdayî bi xizmeta xelkê me li deverên rizgarkirî û dewletên penaberiyê de.
Û Emîndarê Giştî kurte-şiroveyek li ser beşdariya xwe di gera şeşemîn ya Komîteya Destûrî ya Sûrî û li ser sedemên astengkirinên berdewam ji karê komîteyê re ji hêla rijêma tawanbar ve pêşkêş kir, û got ku pêwîst e nirxandineke berfireh bo pirosesa siyasî bête kirin, û xwendinek ji bo bijardeyên berdest di dema jikarêxistina berdewam û sistiya civaka navdewletî de çêbibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî