Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Heysem Rehmê, rapora karê Emîndariya Giştî li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civatên rola normal a 60emîn yên niha lidar dikevin de pêşkêş kir, û têde li ser karê Emîndariyê û rola wê di karê siyasî û yasayî yê Hevbendiyê û saziyên wê de axivî.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê tekez kir ku rûxandina rijêma tawanbar û sizakirina sembolên wê berê û hîn jî giringtirîn û sereketirîn armanca şoreşa sûriyan e, û got ku şoreş berdewam e ta pêkanîna veguhestina siyasî û pêkanîna azadî û demoqrasiyê û çûna welêt berve dewleta yasa û dadweriyê de.
Û Rehmê karê yasayî û yê rêvebirî di Emîndariya Giştî de berçav kir, û tekezî li ser giringiya xurtkirina karê dezgehî û bilindkirina asta pêwendiyên Sûrî-Sûrî û pêşkêşkirina xizmetan û piştgiriya pêwîst bo çalakiyên rêvebirî û ofîs û komîteyan, kir.
Û Rehmê şiroveyek li ser karê baregehên Hevbendiya Niştimanî li gundewarê Helebê pêşkêş kir, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiyê di xurtkirina hebûna Hevbendiya Niştimanî de li deverên rizgarkirî û pêşdebirina karê rêvebirî têde kir.
Û bal kişand ser giringiya hevkarî û hevrêziyê li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê di tevaya karên cîbicîkirinê yên girêdayî xizmeta xelkê me de li deverên rizgarkirî û dewletên penaberiyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî