Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, tekez kir ku rijêma Esed deverên di bin kontirola xwe de li Sûriyê kirine cihekî cîhanî ji Keresteyên hişbir re, û bal kişand ser ku rijêmê torin mezin bo çêkirin û riklamkirin û derxistina Keresteyên hişbir bo dewletên Erebî û Ewropî bikar tîne.
Û Rehmê got ku erkê mirovahî û yasayî li ser civaka navdewletî û di pêşî de Emrîka û dewletên Ewropî disepîne, ku mîkanîzmekê ji rijêmê û amûrên asayîşê yên ku serpereştiya kargehên Keresteyên hişbir bi hevkariya li gel Hizbullaha terorist û milîsên Îranî dikin re deynin.
Û Rehmê bal kişand ser ku rijêm di cenga xwe ya dijî gelê Sûrî de, xwe bi awayekî mezin dispêre torên hişbiriyê, da ji sizayên navdewletî yên li ser hatine sepandin bireve, û got ku piştguhkirina navdewletî ji torên Keresteyên hişbir re, yên ku Serokê rijêmê Beşar Esed serpereştiya wa dike, gefeke mezin li ser deverê û cîhanê çêdike.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê, tekez kir ku îro ji çi demên borî bêhtir pêwîstir e ku kar li ser rawestandina van toran bibe, û sizayin li ser rijêma ku di tawanên xwe de berdewam e werin sepandin, û di heman demê de cext kir ku divê fişarek ji aliyê civaka navdewletî ve bi awayekî mezin pêk were, daku çareya siyasî a ku daxwazên gelê Sûrî pêk tîne bête sepandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî