Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, hejmarek ji nameyan bo Serperiştê Giştî yê Navenda Qiral Selman ya Hawarçûn û Karên Mirovahî D. Ebdellah Kurê Ebdilezîz Elrebî’e, û Rêvebirê Giştî yê Sendoqa Qeter ya Geşepêdanê Xelîfe Kurê Casim Elkiwarî, û Rêvebirê Cîbicîkar yê Heyva Sor a Qeterê Îbrahîm Ebdellah Elmalkî, Nûnerê Hikûmdarê Ebo Zebî li devera Elzefra, û Serokê Heyva Sor ya Îmaratî Şêx Hemdan Kurê Zayid Al Nehyan, û Wekîlê Emîndarê Giştî yê Karûbarê Mirovahî û Hevrêzkarê Hawarçûnê di Rewşên Awarte de Martin Griffiths, Derbarê Pêdviyên Zivistanê li kampên bakurê Sûriyê, birê kirin.
Û Elmislit diyar kir ku bi destpêka demsala zivistanê ji her salê re, derdeseriyên koçber û derbiderên Sûrî li deverên bakurê Sûriyê dubare dibin, û bal kişand ser ku ev derdeserî mezin dibe ji ber belavbûna bêtara korona yaku pêleke nû jê îsal heye û rêjeya pêketiyan pir dibe, û derbiderên Sûrî ditirsin ku bobelatek li kampan peyda bibe, ji ber ku kêmtirîn mercên tenduristî û mirovahî lê tune ne.
Û Elmislit daxwaza alîkariyê bo derbider û koçberan li bakurê Sûriyê bo rûbirûbûna demsala zivistanê û serma wê kir, her weha karê li ser çakkirina çadiran daku ava baranê derbasî konan nebe, û çadir ji ber bahozên baran û berfê nekevin.
Û daxwaza kar li ser çakkirina avrêjê û rêyan di nav kampan de kir, daku ziyana lehiyan negihe kamp û keresteyên penagehan, ji ber ku lehî nahêlin ku tîmên rizgarkirinê û ambulans bigihêjin kampan, û xwest ku sotemenî û pêdviyên germkirinê bo tevaya derbideran li hemû kampan bi awayekî lezgîn dabîn bibe, daku wan ji nexwaşiyan biparêze.
Û bal kişand ser ku demsala zivistanê bûye tirseke mezin li ba sûriyan, ji ber ku dever di salên dawîn de rastî pêlên baran û berfê hat, û ziyanên wê yên curbecur gihiştin wan û ew dîmenên tirajîdî di hizr û bîra wan de hiştin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî bi nameyan re rapora ku Yekîneya Rêvebiriya Agahiyan (IMU) di Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê de (ACU) li ser pêdviyên zivistanê li kampên bakurê Sûriyê amade kiriye şand.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî