Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, nameyeke pîrozbahiyê arasteyî Wezîra Derve ya Komara Almaniya Yekgirtî Annalena Baerbock bi boneya wergirtina wê ji postê Wezareta dervee re piştî avakirina Hikûmeta Almanî ya nû kir.
Û Elmislit hêviyên xwe bi serkeftina Baerbock di postê wê yê nû de anîn ziman, û tekezî li ser têkliya kûr di navbera herdû gelên Sûrî û Almanî de, her weha li ser berdewamiya Almaniya di piştgiriya mafên gelê Sûrî de ji bo bidestxistina azadî û rûmet û demoqrasiyê, kir.
Û tekezî li ser giringiya rola Almaniya di avêtina pêngavin cidî de bo pêkanîna veguhestina siyasî ya tam û rasteqîn li Sûriyê li gor daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên Encumena Ewlekariyê 2118 û 2254 û biryara Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî 262/67 kir, daku hêviyên gelê Sûrî pêk werin, û pêre alîkar be daku vê tengasiyê derbas bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî