Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Abdulîlah Fehed, diyar kir ko Amanca Şoreşa Sûriyê ne parvekirina Desthilatê di navbera Rêjîmê û Oozisyonê de ye, lê belê pêkanîna Dewleteke dadperweriyê ye, ya rêzê li mafê hemû hevwelatiyan bigire û azadî û rûmetê ji bo hemû takesên xwe dabîn bike.
Ev gotên xwe anîn ziman di hevdîtina xwe ya yekem de digel diblomasiyê Holandî Cîrard Stîvîs ê ko bû Balyozê Welatê xwe libal Oopozisyonê , piştî ko karê xwe yê nû sêşembê dest pê kir.
Emîndarê Giştî got ku Rûsya û Rêjîmê Karwanê Alîkariyên mirovî bombebaran kirin, tako çi Karwanên Alîkariyê yên nû derbasî Sûriyê nebin.
Fehed bal kêşand ser ku Rêjîm wê kar ji bo têkbibirina agirbestê bike, çimkî ew ji bilî çareseriya leşkerî tu çareyên din nas nake. û diyar kir ku rêjîmê di heft rojan de ji agirbesta dawî, 254 caran binpê kir, û di encamê de bi dehan kes bûne qurbanî û piraniya herêmên ko hatine amanckirin di bin kontrola Artêşa Sûrî ya azad de ne.
Emîndarê Giştî destnîşan kir ko Hevbendiyê têkilî bi aliyên leşkerî re kirin, û li ser pabendiya bi agirbestê lihev kirin, tevli gelek têbîniyan. Û bêtir got: “tev ko em berê bi nêtên Rêjîmê zanin û em jê bawer nakin jî, me erê kir, tako derdê miletê Sûrî yê ko berdewam derdên tawankariyê dikêşîne sivik bibin.”
Û diyar kir ko Rêjîm siyaseta birrîna alîkariyan ji ser herêmên dorpêçkirî bikar tîne, di pey re bi xurtî bombebaranê li ser wan pêk tîne, da niştecihên wan herêman mecbûrî koçberkirina kotekî bike. Û bal kişand ser ko valakirina derdorên Şamê û Humsê û Herêma Beravê, bi piştgiriya Îranê ye, bi amanca girêdana wan herêman bi cîgehên kontrola milîtanên Hizbullaha Libanî ya tirorist.
Her wiha destnîşan kir Rûsya hewil dide rola xwe wek dewleteke mezin li rex Amerîka vegerîne, ew jî li ser hesabê xwîna miletê Sûrî, piştî ko di pêkanîna çi qezencan de li Îraqê û Lîbya têk çû.
Jêder: Hevbendî