Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, pesnê helwesta Qiralgeha Erebistana Siûdî ya bira di piştgiriya gelê Sûrî û doza wî ya mafdar de da, helwesta ku îro Balyozê Erbistana Siûdî Ebdellah Elmu’elemî li bal Netewên Yekbûyî di peyva xwe de anî ziman, û Rehmê di daxwiyaniyeke teybet de tekez kir ku helwestên wiha rûmetdar ên piştgiriya mafê gelê Sûrî di civakên navdewletî de dê di bîr û bala sûriyan de zindî bimînin.
Û Rehmê got ku pêdviya gelê Sûrî bi helwestên neguhêr ên dost û birayên xwe û berdewamiya wan di diyarkirina rastiyê û tazîkirina rijêmê di civakên navdewletî de heye, û cextî li ser rola giring a Qiralgeha Erebistana Siûdî di doza gelê Sûrî de kir, û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê spasiya xwe bo Balyozê Qiralgehê Ebdellah Elmu’elimî diyar kir, ji ber ku ew di pêşkêşkirina helwesta welatê xwe ya rûmetdar di piştgiriya gelê sûrî û mafên wî de li hember rijêma tawanbar û milîsên Îranî wek xwe ma.
Û Rehmê got ku tevaya hewldanên hiştina rijêmê bi ser nakevin, û tekez kir ku reftarên rijêma tawanbar nayên guhartin, û rijêm hîn di kuştin û girtin û îşkencekirin û di dorpêçkirina sûriyan de li tevaya deverên welêt berdewam e.
Û Rehêmê tekezî li ser pêwîstiya ku rijêma Esed dûrî civaka navdewletî bimîne û ji tevaya civakên navdewletî were qewtandin kir, û got ku gereke fişar li ser rijêmê û piştgirên wê bên sepandin daku tawanên xwe yên dijî gelê Sûrî rawestînin, û berve pirosesa siyasî bo cîbicîkirina biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 biçin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî