Di hevdîtina bi Şanda Hevbendiya Niştimanî re li Mîrnişîna Qeterê, Emîrê Qeterê berdewambûna piştgiriya Welatê xwe ji Şoreşa Sûriyê û daxwazên Gel re ji bo rûmet û azadiyê tekez kir.
Şande ji Serokê Hevbendiyê û Cîgirên wî û Emîndarê Giştî û çend Endamên Desteya Siyasî û Serokê Deshilata demkî pêk hat.
Kêşeyên hevbeş û rola Qeterê di piştgiriya Şoreşa Sûriyê de gotûbêj kirin. Emîrê Qeterê berdewambûna piştgiriya Hevbendiya Niştimanî Sûrî bi hemû dezgehên wê ve tekez kir. da bikaribe xizmeta gelê Sûrî bike.
Emîndarê giştî yê Hevbendiyê Mihemed Yihya Mektebî got ku ev serdan gelekî giring e. û giringiyeke wê ya taybet heye çimkî dewleta Qeterê roleke wê ya pir mezin di piştgiriya Şoreşa Sûrî de heye.
Her du aliyan pêşveçûnên Şoreşê û serkeftinên Şoreşgeran li hemû aniyan, hem jî paşvegera Rêjîma Esed û têwirdana Îranê û beşdarbûna wê li kêleka Rêjîma Sûrî hatin gengeşekirin.
Jêder: Hevbendî