Îro û digel zêdebûna metirsiyên xirabûna rewşa bi milyonan awareyên Sûriyê bi sedema şerê rêjîma Esed yê bi dirêjahiya çar salan li dijî gelê Sûriyê, hin endamên Encûmena Rûsipiyên Amerîka ji heryek ji Komarîxwaz û Dîmokrasxwazan ji Serok Obama daxwaza avakirina navçeyek tenah li bakurê Sûriyê kirin.
Herdu endamên komarîxwaz Con Mekîn û Lînzî Jehram û herwiha herdu endamên demokrasîxwaz Rîtşard Dîrîn û Tîm Kîm di nameyekê de jibo Obama gotin “koçberiya mirovî ya mezin û kuştin û wêrankirin şerm e bo Cîhana pêşketî û pêwîste bête rawestandin”.
Herwiha Endamên Encûmena Rûsipiyan, Obama han dan li ser avakirina navçeyek tenah yan jî bêhtir ji navçeyekê û “tevlî mîkanizmên cêbicêkirinê yên pêwîst”, û di nav de dabînkirina Navçeya Sinorî ya digel Tirkiyê.
Daxwaza dana zanyarî û agehiyên zêdetir bo cêgiran ji rêveberiya Obama kirin, li ser bizavên kêmkirina qeyrana mirovî li Sûriyê, û di nav wan de bizavên sepandin û avakirina navçeyek tenah digel hevalbendên Amerîka.
Hêjaye gotinê ku Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoca daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî kiribû bi “pêwîstiya bilez-sepandina navçeyên tenah li bakur û başûriyê Sûriyê û herwiha pêwîstiya pêşkêşkirina piştgiriya temam bo artêşa Azad bi awayê bikaribe sivîlan biparêze”.
Jêder:Hevbendî+Royterz