Îro 22ê Nîsanê 117e sal li ser weşana yekemîn Rojnameya kurdî derbas dibin, ku Mîr Miqdad Bedirxan li Qahîrayê di 22 Nîsana sala 1898an de Rojnameya Kurdistan derxist, wek yekemîn rojnameya bi zimanê kurdî, û paşre ew roj hat destnîşankirin wek Roja Rojnamevaniya Kurdî.
Bi vê helkeftê me nêrînên hejmarek ji kesên di warê Rojnamevaniyê û ragihandinê de dixebitin, derbarê kar û rola saziyên ragihandina kurdî di serdema Şoreşa Sûriyê de wergirtin:
Cîhad Salih rojnamevan di kanala Elhura de
Karê saziyên ragihandina kurdî piştî çar salan ji Şoreşê ber bi pêşve diçe, ku em çendîn malper û êzgehên nû dibînin ku karîne derdeseriyên Sûriyan bigihînin, lê tevlî wisa jî Medeya Kurdî maye giraw di destê hêzên Siyasî yên kilasîk de, Medeya kurdî heye lê nikare bi awayekî dezgehîn bête xuyakirin, û heger bixwaze pêş bikeve pêwîst e kar bi awayekî bêalî û azad bike.
Qadir Egîd sernivîserê rojnameya Bûyer
Ragihandina kurdî di qonaxa çar salên bûrî de ji aliyê veguhestina Nûçeyan de û nemaze nûçeyên germ û lezgîn de nekariye bigihêje astê mediyaya Cîhanî, ewjî bisedema nebidestxistina alavên ragihandina pêşkeftî û mediyakarên pirofîşnal û herwiha bisedema rewşa ewlekarî li Sûriyê, ku Mediya kurdî di qonaxa destpêk û damezrandinê de ye, û pêwîstiya Mediya kurdî bi demeke dirêjtir heye da karibe bi vî erkî rabe.
Pêşewa Behlewî peyamnêrê kanala Rûdaw
Pêşketinek berçav di mediya kurdî diyar dibe, ku ew jî yek ji destkeftên Şoreşa Sûriyê ye, û ligor nêrîna min bi saya mediya kurdî îro her bûyerek di navçeyek kurdî çêdibe tête veguhestin û dikeve di dest her kesî de, ku ji berî şoreşê ew veguhestin pir lawaz bû.
Ez matmayî û herwiha ez nerazîme ji medya opozisyonê ku diruşma piraniya wan ew bû “gelê Sûriyê yeke” lê gotinê wan ne ligor kiryaran bûn, û heger bikarîna miletê kurd bipejirênin wê mediya kurdî jî wê demê karîba pêş bikeve û wê bandorek wê li ser Şoreşa Sûriyê heba.
Zara Seyda nivîskar di malpera Ara news de
Mediya kurdî beşek ji medya Şoreşa Sûriyê ye û jê nayê cuda kirin ,û êş û azarên wê mîna yên Siyaset û siyasetmedarên Sûriyê ne.
Dema ragihandina kurdî bikaribe xwe ji bin bandora hêzên siyasî û ji siyasetmedaran derxîne, wê demê dikare bigehe astekî pêşketî.
Dara Berekat berpirsê radiyoya pêşverû
Bêgoman piştî 15 adara destpêka Şoreşa Sûriyê derfet bo min di warê ragihandinê de vebû, û hejmara karkerên vî pîşeyî jî ket di zêdebûnê de bi peydabûna alavên ragihandinê (tv-radiyo) ku berî şoreşê tunebûn.
Lê mixabin piraniya van alavan girêdayî partiyên siyasî ne, û nêrînên wan partiyan diweşînin, herçende ku ji mafê teva ye û di nav wan de partiyên siyasî jî ku bibin xudan alavên ragihandinê, lê mebesta min ew e ku pêwîst e ragihandina azad û serbixwe jî hebe.
Jêder: Hevbendî