88 Malbatên derbiderên Kobanî yên Kampa Barîka li başûrê Silêmaniyê li Birêveberiya Koçberan navê xwe nivîsandine da vegerin Kobanî.
Tev ko wezareta Navxweyî ya desthilata Kurdistanê biryarek tund ji bo çawaniya vegera derbiderên Kobanî derxistiye, lê Birêveberiya Koçberan li Silêmaniyê belgeyên pêdivî ji malbatên ko dixxwazin vegerin re amade kirine.
Tê zanî ko bêtir ji 27 hezar derbider li Kampên derdora Silêmaniyê ne û Kampa Barîke 1350 malbatî dihewîne ji nav wan 300 malbat ji Kobanî ne.
Jêder: Hevbendî+Rûdaw