Bi boneya bûrîna 117 salan di ser weşana yekemîn rojnameya Kurdî /Kurdistan/ duh 22 Nîsanê encumana xwecih ya bi ser ENKS li Girkêlegê ahengek li dar xist
Zehra Qasim gotina xwecihiyê pêşkêşkir, têde tekezî li ser giringiya rola ragihandinê di civakê de bi taybet di şoreşan de kir, ji ber ku êş û azarên miletan vedughêze civaka navdewletî.
Di ahengê de du filimên belgeyî li ser jiyana Miqdad Bedrxan û serokê sendîkeya rojnamevanên Kurdê Sûriya Ciwan Mîranî hate pêşkêşkirin.
Çinar Merʼî endamê xwecihiya Girkêlegê ji mere got ” ji ber giringiya rola ragihandinê pêwîst e piştgiriya rojnemevanan bibe da ku bi rola xwe rabin”.
di dawiya ahengê de hin rojnamevan û dezgehên ragihandinê ji hêla xwecihiyê ve hatin xelatkirin.
Jêder : Hevbendî