ENKSê tekez kir ku serhişkiya Esed û nepabendiya wî bi rêkeftinên hêzên navdewletî, bi taybetî nebicihkirina herdu bendên 12 û 13 yên biryara 2254 ya encûmena ewlekariyê ya taybet bi derbaskirina alîkariyên mirovî bo navçeyên dorpêçkirî û serbestberdana girtiyan nemaze jin û zarokan, û rawestandina êrîşan li ser sivîlan û rakirina dorpêçê, bûn sedema serekî bo helawîstina danustandinên Jinêvê.
Duhî di daxuyaniyekê de, ENKSe got ku têkşkestina Rûsiya di derbaskirina hin kesayetiyên nêzî xwe di nav şanda opozisyonê de, û sernekeftina wê di pêkanîna şandeke sêyem de, bû hokarê zêdebûna serhişkiya rêjîmê û beza ji danustandinan, û êrîşên xwe li ser sivîlan zêdetir kirin, li şûna ku hedu bendên 12 û 13 bicih bîne, ku bû sedema şehîdbûna bi sedên kesan ku ticarî berê weha nehatiye kirin.
ENKSê tekezî li ser wê yekê kir ku ew her ji destpëkê de amade bû wek beşekî Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê bi rêka nûnerên xwe, lê tevî wisa jî hin aliyan goman xistin li ser wê yekê ku nûnerên kurdan tinebûn, tevlî hin têbîniyên me hene ku rêjeya nûnertiyê neheqî tê de hebû, lê ew yek wê bête serrastkirin di pişkdariya me di hemû komîteyên şêwernendiyê de.
ENKSê daxwaz ji hêzên navdewletî kir ku pêwîste amadekariyên bêhtir û baştir bêne kirin bo qonxên bên yên danustandinan ji bona biserxistina wan, û bidawîkirina derdeseriya miletê Sûriyê, û danîna sînoran ji kiryarên rêjîmê re, ji wêrankirin û kuştin û koçkirinê , ku rêjêm ji bilî zimanê kuştinê hîç zimanekî nizane, herwiha ENKSê tekez kir ku gel carek din dubarekirina rêjîma Esed li jêr çi behaneyekê be qebûl nake, ku pêwîst e daxuyaniya Jinêv1 û biryara navdewletî ya 2118 ya sala 2012an bê bicihkirin, ya ku tekest dike li ser dirustkirina desteyeke hikumraniya vegugêz ya bi tevaya desthilatan ya ku tête dîtin wek dergehekî sereke bo her çareseriyeke siyasî li Sûriyê .
Jêder: Hevbendî