Tuesday, September 26, 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Encumena Ewlekariyê di Standina Biryareke Rasteqîn bo Dadpirsîna Rijêma Esed li ser Bikaranîna Çekên Kîmawî bi Ser Neket

August 10, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
Encumena Ewlekariyê di Standina Biryareke Rasteqîn bo Dadpirsîna Rijêma Esed li ser Bikaranîna Çekên Kîmawî bi Ser Neket

Vê carê jî Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî nikariye bigihêje biryareke cidî ji bo dadpirsîna bikarhênerên çekên kîmawî li Sûriyê, ew çekên ku lêkolînên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî çesipandibûn, û  civîna asayî ya derbarê dosyaya kîmyayî ya Sûriyê duh sêşemê bi dawî bû, bêyî ti encamên nû jê derkevin.

Û Nûnerên dewletên endam di Encumena Ewlekariyê de, di şîroveyeke Cîgirê Nûnerê Bilind yê Karûbarên Jinavbirina Çekan, Adejî Îbo, guhdarî kirin, dema tekez kir ku rijêma Esed xwe ji dana zanyariyên ku têra bidawîkirina lêkolînan bikin direve, di heman dema ku dewletên rojavayî bi serokatiya Amerîka cextî li ser pêwîstiya sizakirina Beşar Esed li ser binpêkirinên dijî sivîlan kirin.

Û Îbo got ku hewlên Sekretariya Teknîkî ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî ji bo lidarxistina gera 25an a şêwirê di navbera tîma nirxandinê û rijêma Esed de, hîn ti pêşketin bi dest nexistiye, ji ber ku berpirsên rijêmê belgeyên tên xwestin pêşkêş nekirin, û cext kir ku nebûna dadpirsînê li ser bikaranîna çekan metirsiyek e li ser aştî û ewlehiya navdewletî, û ev yek metirsiyê ji bo me hemûyan çêdike.

Û di heman demê de, Balyoza Amerîka li Netewên Yekbûyî Linda Tomas Greenfield, cextî li ser pêwîstiya dadpirsîna rijêma Esed ya ku lêkolînên navdewletî çesipandine ku destê wê di bikaranîna çekên kîmawî de li dijî gelê Sûriyê heye kir.

Û Greenfield amaje bi wê yekê kir ku di 21ê Tebaxê de, berî deh salan, rijêmê gaza sarîn li dijî sivîlên Sûrî li Gotaya Şamê bikar anîn, û di vê êrişa hovane de zêdetir ji 1400 kesî hatin kuştin, û mixabin gelek ji wan zarok bûn.

Û Balyoza Amerîkî cextî li ser pêwîstiya ku Encûmena Ewlekariyê li ser vê mijarê berdewam be kir, û got ku rijêma Esed çekên wêrankirina giştî li dijî gelê Sûriyê bikar anîne, û ew ji sizakirinê rizgar nabe, û got ku welatê wê dê bi dabînkirina dadweriyê ji bo qurbaniyên Gotayê û yên êrîşên din pabend be.

Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, berî ku Rûniştina Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî li dar bikeve, tekez kiribû ku qurbaniyên çekên kîmawî yên ku ji encama bombebarana hêzên rijêmê bi xeniqînê şehîd bûne, hîna bendewarên bicîanîna dadweriyê û sizakirina tawanbarê cengê Beşar Esed in, li ser tawanên cengê yên ku bi hevkariya hevalbendên xwe dermafê wan qurbaniyan pêk anîne.

Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku berdewamiya rizgarbûna rijêma Esed ji lêpirsîn û sizayan, piştî ku raporên bêalî berpisyariya wê di ber bisedan tawanên cengê de çesipandine, û Saziya Qedexekirina Çekên Kîmawî tekez kiriye ku rijêma Esed di ber tawanên bikaranîna çekên kîmawî de li deverên Seraqib, Elletamine û Dûmayê berpisyar e, têkçûneke mezin e ji mîkanîzma cîbicîkirina biryarên navdewletî yên derbarê tawanbarên cengê re.

Û Hevbendiya Niştimanî daxwaza sepandina rêkaran li dijî rijêma Esed li gor benda heftemîn ji peymana Netewên Yekbûyî kir, ji ber ku rijêma Esed guh nade biryara 2118, û çekên kîmawî li dijê sivîlan 184 caran bikar anîne, piştî ku li ser rêkeftina qedexekirina bikaranîn û çêkirina çekên kîmawî di êlona 2013an de imza kiriye.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Çekên KîmawîEncumena EwlekariyêGotaya Şamê
ShareTweetSend

Related Posts

Hevbendiya Niştiman: ji Civaka Navdewletî Tê Xwestin Ku Nehêle Rijêma Esed ya Tawankar ji Dadpirsîn û Sizakirinê Rizgar Bibe
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştiman: ji Civaka Navdewletî Tê Xwestin Ku Nehêle Rijêma Esed ya Tawankar ji Dadpirsîn û Sizakirinê Rizgar Bibe

September 25, 2023
Nûçeyên Hevbendiyê

Derbarê Salvegera Yanzdemîn ya Komkujiya Bajarokê Ziyabiyê û Herdû Komkujiyên Taxên Elcûra û Elqisûr

September 25, 2023
Serokê Hevbendiya Niştimanî Pêwendiyeke Telefonî li Gel Malbata Şehîd Ehmed Mederatî Pêk Tîne ji bo Pêşkêşkirina Erkê Sersaxiyê û Şopandina Pêşketinên Lêkolînan
Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî Pêwendiyeke Telefonî li Gel Malbata Şehîd Ehmed Mederatî Pêk Tîne ji bo Pêşkêşkirina Erkê Sersaxiyê û Şopandina Pêşketinên Lêkolînan

September 25, 2023
Next Post
Encumena Xwecihî ya Devera Efrînê Jêrxaniya Deverê Jinûve Çaksaz Dike

Encumena Xwecihî ya Devera Efrînê Jêrxaniya Deverê Jinûve Çaksaz Dike

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 115.3k Followers
  • 13.9k Subscribers
  • 6.1k Followers
  • 9 Followers

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştiman: ji Civaka Navdewletî Tê Xwestin Ku Nehêle Rijêma Esed ya Tawankar ji Dadpirsîn û Sizakirinê Rizgar Bibe

Derbarê Salvegera Yanzdemîn ya Komkujiya Bajarokê Ziyabiyê û Herdû Komkujiyên Taxên Elcûra û Elqisûr

Serokê Hevbendiya Niştimanî Pêwendiyeke Telefonî li Gel Malbata Şehîd Ehmed Mederatî Pêk Tîne ji bo Pêşkêşkirina Erkê Sersaxiyê û Şopandina Pêşketinên Lêkolînan

Ofîsa Saziyên Civaka Sivîl ya Hevbendiya Niştimanî Plana Karê Xwe bo Qonaxa bê Datîne

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2023 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.