Encumenên Xwecihî li deverên rizgarkirî, karê li ser nûçakirina pirojeyên ji salan de rawestiyayî ne berdewam dikin, wek beşekî ji pilana encumena xwecihî bo pêşxistina jêrxaniya bajêr û pêşdebirina karta rêyan ji bo pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyan ji welatiyan re.
Û ji hêla xwe ve Ofîsa çandiniyê li devera Efrînê bi hevrêziya li gel odeya çandiniyê ya devera Çiqlê Zeytûnê, bi karê nûçakirina dergehê kenala avdanê li gundê Birc Ebdalo û çaksazkirina hejmarek ji hêlên avdanê di nav zeviyên çandiniyê de rabû.
Û Encumena Xwecihî dest bi karê qîrkirina rêya pira Efrînê a sêyemîn li bajarê Efrînê ya ku dirêjiya wê 1650 metr e, û rêya Gezawiyê û ya Cindirêsê bi hev ve girê dide kir, ji bo sivikkirina trafîkê di hundirê bajêr de.
Tê zanîn ku ev xebat bi hevrêziya di navbera Encumena Xwcihî ya bajarê Efrînê û Hevbendiya Operasyonî (Berevaniya Sivîl ya Sûrî – Komika Bizîşkî ya Sûrî Emrîkî ‘Sams’ – Malbenda Sûrî) birêve diçe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî