Salim Elmislit berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî tekez kir û got ku:” her tawanek tê encamdan ji aliyê firokên Esed yekser tê bi navê Encûmena asayîşa navdewletî bi sedema têkşikestina wê di parastina Sivîlan û di sepandina navçeyek tenah de, bo rêgirtinê li pêş rêjîma Esed bi dirêjahiya salên bûrî de”.
Elmislit cext li ser wê yekê kir “ku pêwîste bi zûtirîn dem Hevpeymaniya Navdewletî stratijya xwe dubare berçav bike û çaksazkirina şaşiyên serekî bike û rêjîma Esed têxe di serê lîsteya xwe de ji ber ku ew di navçeyê de xwedîker û yekemîn rêvber û çavkaniya terorê ye”.
Hêjayî gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî tawanên çepel yên rêjîma Esed û topbarankirina bitewşî ya bajaran û navçeyên nişteciyan li Heleb û Idlib û Hesekê şermezar kir.
Ku li êvariya duhî firokên cengê yên rêjîmê bi mûşekên dengî êrîş birin li ser bajarê Şedadê li parêzgeha Hesekê, û ji encama wê êrîşa bi mûşekan heta niha mirina 10 sivîlan hatiye belgekirin, û bidehan sivîlên din hatine rakirin bo nexweşxaneyan ku birînên piraniya wan metirsîdar in, tevlî wêrankirina şeqama bazarêa şedadê bi tevayî ku bûye erd bi egera hêza wan mûşekan.
Elmislit got ku ev êrîşên tawankarî yên rêjîma Esed tên wek hewleka tolvekirinê ya bêhûde hevdem ligel şikestinên berdewam yên hêzên wê li ser eniyên şer, tevlî şikestina sercem alavên kuştin û wêrankirina hovane yên rêjîmê di derheqê Sûriyan de û bikaranîna mûşek û bermîlên teqîner û çekên kîmyawî û bikaranîna mayînên deryayî û bikaranîna Siyaseta qada şewitî.
Jêder:Hevbendî