ENKSê dît ku li Helebê tawanên şer li ser destê rêjîma Esed û Rûsiya û çeteyên olperest yên Îranê li dijî xelkên Helebê dibin, bi rêka encamdana zincîrên kiryarên serbazî yên hovane ji du heyvan ve û bikaranîna hemû çekên sivik û giran.
ENKSê ku yek ji firaksyonê sereke yê Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê ye, îro daxuyaniyek li ser nûnerên Yekîtiya Ewropî belav kir, û têde bal kişand ku bi hezaran sivîl hatine kuştin û birîndar kirin, bi sedema oparesyonên leşkerî, ku tu kes nikare birîndaran bi xestexaneyan bigehînin yan termên kuştiyan binax bikin, tevlî wêrankirina avahiyên nişteciyan û herwiha ku xelkê direvin ji Helebê rastî kuştin û sêdardanan dibin bi destê çeteyên mezhebperest yên ku navçeyê dorpêç dikin.
Herwiha ENKSê rexne li sîstemgeriya navdewletî kir û got: ku “operasyonên leşkerî yên hovane bi awayekî dijwar zehf û berdewam bûn, tevlî gelek daxwaz û bangewaziyên navdewletî ji bo rawestandina operasyonan û peydakirina kerîdorên ewlekar û aram ji bo rizgarkirina sivîl û birîndaran”.
Herwiha daxuyaniyê bi tundî tişta li Helebê dibe şermezar kir, û dît ku tawanên rijêma Esed û hevalvendên wê yên li Helebê û bajarên din tawanên şer in, li dijî tevaya pêkhateyên gelê Sûriyê, her weha binpêkirinek aşkerahî ne ji yasa navdewletî re.
Daxuyaniyê bangewazî da civaka navdewletî û rêxistinên taybet bi mafên mirovan, ji bo standina rêşûnên pêwîst ji bo pêşkêşkirina peyayên Rijêmê û hemû beşdar û kesên alîkar di van tawanên ku li dijî sivîlên bêguneh yên Helebê û bajarên din dibin, bo dadgeha tawanên navdewletî.
Û ENKSê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji civaka navdewletî kir ku, bi erkê xwe yê mirovî û navdewletî yê ji bo parastin û rizgarkirina gelê Sûriyê û bi dawîkirina trajîdiya gelê sûriyê û dîtina çareseriyek siyasî ya giştgîr ya di berjewendiya gelê Sûriyê de rabe, û tekez kir ku tu çsreseriya siyasî ligel berdewamiya tundutîjiyê bi vî şêweyê dijwar li Sûriyê wê peyda nebe û wê aloztir bibe.
Herwiha tekez kir ku rijêma Esed ya ku welat wêran dike û gelê Sûriyê dikuje, herwiha ji bo parastina hikumraniya xwe derfetê dide hemû terorîstan ji bo belavkirina gendelî û kuştin û wêrankariyan di Sûriyê de, nabe ew bibe beşek ji çi çareseriya siyasî yan ji paşeroja Sûriyê re.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimsniya Sûriyê