Encûmena xwecihî li bajarokê Girê Spî li gundewarê Reqa, dest bi karên çaksazkirin û amadekirina deriyê sînorî yê bi Tirkiyê re dike, da careke din di demek nêzîk de veke ji bo veguheztina materyalên xwarinê û yên bijîjkî li nava bajêr wekî qonaxa destpêkê.
Encûmena xwecihî ya bajêr diyar kir ku alavên encûmenê ji roja duşemê ve bi karê ramalîna toz û axa di hundurê derwaz de radibin, herweha ji bo paqijkirina mînên ku ji aliyê milîsên “PYD” ve hatine danîn dixebitin.
Serokê Encûmenê “Wael Hamdo” ragihand ku kar li derwaz dê di demek nêzîk de destpê bike, di qonaxa yekem de wê materyalên alîkariyê derbas bikin û tevgera wesayîtên alîkariyê hêsantir bikin da ku bikevin nav bajêrê Girê Spî.
El-Hamdo lê zêde kir ku vegera penaberan û mirovên koçber dê di demeke nêzîk de destpê bike, dema ku mercên vegera wan peyda bibin, û bal kişand ku encûmen ji bo başkirina pêdiviyên gel kar dike, û xizmet û binesaziyê ji bo vegerandina penaberan dixebite.
Al-Hamdo tekez kir ku encumen dê di rojên pêş de bixebite, da derwaz bi fermî veke, li pêş Sûriyên ku dixwazin vegerin, û dûv re wê wek deriyê bazirganiyê were vekirin, û tekez kir ku pêwîstiya bilez bi alîkariya madî û ya hawarhatinê di dema niha de heye.
Hêjayî gotinê ye ku encumena xwecihî bi hevkariya “Heyva Sor ya Tirkî” bi hezaran selikên xwarin û alîkariyê ji sivîlan re dabeş dike, û ji bo jinûveavakirina torên av û elektrîkê dixebite, û peywendiyan bi rêxistinên Tirkî û navneteweyî re datîne, da hewcedariyên bingehîn yên sivîlan peyde bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî