Hevrêzkarê ofîsa Sereke ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li gundewarê Helebê yê bakur Ehmed Şihadê, gereke meydanî li kampa Kiêbe li gundewarê Helebê pêk anî, û xelkên kampê dîtin û rewşa wan û hewcedariyên wan ên sereke şopandin.
Tê zanîn ku 200 malbat anku 1100 kes li kampê dijî, piraniya wan jin û zarok û xityar in, û ew ji kesên ku bi kotekî ji gundewarê Helebê yê rojhilat û Himsê û Xûta Rojilat a gundewarê Şamê li ser destê hêzên rijêmê hatine koçberkirin.
Û birêz Şihadê, serdana avahiyên xizmetguzariyê yên kampê kir, û hewcedariyên wan ên sereke şopandin, û bi taybetî yên di warê pizîşkî û hîndariyê de, her weha pêdawîstiyên wan ên derbarê amadekariyên xweparastina ji berf û baranan di dema hatina werzê zivistanê de.
Û birêz Şihadê hevdîtin bi rêvebirê kampê Abdulqadir Ismaîl re kir, û pê re rewşa kampê gengeşe kir, û besa dawîtirîn karên ji bo çaksazkirin kampê û avakirina yekîneyên niştecîbûnê ji dêvla konan ve kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî