Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Besme Mihemed, beşdarî di hevdîtineke diyalogî de yaku Saziya “Ji Bo Wan” ya Mirovahî û bi hevkariya li gel navenda jinê û zarokan li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê li dar xistibû kir, ji bo ku dozên jinê û pêşxistina karînên wê di civakê de û piştgiriya jina Sûrî û alîkariya wê di rûbirûbûna dijwariyên jiyanê de gotûbîj bikin.
Û hevdîtin ji komikên jinan û çalakvanên di warê piştgiriya jinê û mukumkirina wê ya pîşeyî û aborî û yasayî de, herweha nûnerên Ofîsa Jinê di Encumena Parêzgeha Heleba Azad de û hejmarek mezin ji jinên bajarê Ezazê li gundewarê Helebê pêk hat.
Û beşdaran hejmarek pêşniyar û destpêşxeriyên xwe pêşkêş kirin, û têde tekezî li ser piştgiriya xwendekarên keç, û jin û keçên şehîdan û yên mamosteyan kirin, herweha alîkarîkirina di çêkirin û dabînkirina derfetên kar yên guncaw ji jinan re, û piştgirîkirina afrêneriya jina Sûrî di warên cuda de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî