Saziya Hevrêzkarên Bersivdana Sûriyê diyar kirin ku hejmara qurbaniyên sivîl ji encama armanckirina deverên rizgarkirî ji aliyê hêzên rijêma Esed û Rusya û milîsên PYDe yên terorîst ji destpêka sala 2022yan ve, gihiştiye 14 kesan û 92 kesên din jî birîndar bûn.
Û Hevrêzkarên Bersivdanê di rapora xwe ya dawîn de, eşkere kirin ku 4 jin û 5 zarok di nav qurbaniyên sivîl ên operasyonên armanckirinê de hebûn, û di nav birîndaran de 18 zarok û 14 jin hebûn.
Û Hevrêzkarên Bersivdanê diyar kirin ku milîsên PYDe yên terorîst di ber 30 operasyonên armanckirinê de, û hêzên rijêma Esed di ber 19 operasyonên armanckirinê de berpisyar bûn, û hêzên dagîrker yên Rusya di ber pêkanîna 10 operasyonên armanckirinê de berpisyar bûn, û aliyin dîtir 15 operasyonên armanckirinê pêk anîne.
Û raporê anî ziman ku hejmara avahî û jêrxaniyên ku hatine armanckirin gihişte 74 avahiyan, di nav de 46 kamp û navendên bicîbûnê hebûn, her weha 7 avahiyên perwerdekirinê, 5 avahiyên bijîşkî, û 16 avahiyên xizmetguzarî yên curbecur hebûn.
Û raporê bal kişand ser ku avahiyên armanckirî li gorî deverên wan, parêzgeha Helebê di pileya yekemîn de hat û para wê 43 poerasyonên armanckirinê bû, û di pey re parêzgeha idlibê hat, û para wê jî 31 operasyonên armanckirinê bû, û bal kişand ser ku hejmara avahiyên di nav mîkanîzma bêalî ya nearmanckirinê de ne û hatine armanckirin, gihişte 32 avahiyan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî