Endamê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Farok Teyfor, li gel endamin ji Emîndariya Giştî ya Hevpeymana Niştimanî ya Sûrî civiya, û bi wan re rewşa meydanî û pêşketinên pirosesa siyasî û encamên Komîteya Destûrî ya Sûrî gengeşe kir.
Û ev hevdîtina di çarçoveya xebatên Hevbendiya Niştimanî bo pêwendiyên li gel hemû şepêl û partî û kutleyên siyasî yên sûrî tê, bi armanca hevkarî û danûstandn û avakirina pişkdariyeke rasteqîn bi wan re.
Û amadebûyan qonaxên ku pirosesa siyasî têre derbas bûne ji destpêkirina wê de ta bighêje avakirina Komîteya Destûrî ya Sûrî berçav kirin, her weha rijdiya rijêmê li ser jikarêxistina wê pirosesê û pêgiriya rijêmê bi rêbaza leşkerî ya xwîndar.
Û amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya kartêkerkirina tevaya rêyên pirosesa siyasî yên di biryara 2254de hatine kirin, nemaze desteya hukumdariya veguhêz bi hemû bikarhatên wê yên cîbicîkar.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî