Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi serdaneke fermî bo Rêvebiriya Ewlehiya Giştî ya Tirkî li Paytexta Tirkiyê Enqerê rabû, di nav çalakiyên Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş de.
Û şand ji Serokê Hevbendiya niştimanî D. Nesir Elherîrî û Sekretêrê Desteya Siyasî Hevrêzkarê Ofîsa Lêkolînan Riyad Elhesen û Endamê Desteya Siyasî D. Bedir Camos û Berpirsê Ofîsa Hevbendiyê li Enqera Ehmed Bekora pêk dihat.
Û şand bi rêvebirê Ewlehiya Giştî ya Tirkiyê Mihemed Eqtaş re civiya û pêre behsa rewşa Sûriyan li Tirkiyê û pêwîstiya zêdekirina xizmetguzariyên ji wan re pêşkêş kiriye kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî sipasiya Rêvebiriya Ewlehiya Giştî ya Tirkiyê li ser karên bo xizmeta sûriyan li Tirkiyê û misogerkirina ewlehî û aştiya wan pêşkêş kir, û tekezî li ser giringiya berfirehkirina hevkarî û hevrêziyê di dema dahatî de kir.
Û ji aliyê xwe ve Rêvebirê Ewlehiya Giştî ya Tirkiyê tekezî li ser dîrok û çanda hevbeş di navbera herdu gelên sûrî û tirkî de kir, û got ku welatê wî li ewlehiya sûriyan li Tirkiyê miqate ye, û got ku ew xebatê ji bo dabînkirina jiyaneke rûmetdar û ewle bo sûriyan li herdu welatan dikin.
Û hêviyên xwe derbarê pêkanîna xwestekên gelê sûrî di azadî û rûmetê de anî ziman, û ku gerek e xelkê Sûriyê yên resen serdariya wê werbigrin, ew yek dihêle ku sûrî bi awayekî ji dev xwe ve û rûmetdar li xaka xwe vegerin.
Û herdu aliyan behsa doseya hevkariya ji bo rahênankirina endamên şaxê polîsan yê girêdayî Hikûmeta Sûrê Ya Demkî Li deverên rizgarkirî kirin, daku karînên wan bilind bikin, û di parastina ewlehî û aramiyê li wan deveran de alîkar bin.
Û herdu aliyan li ser avakirina aliyekî bo pêwendiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan dema peyda bibin û xurtkirina hevkariyê lihev kirin, û rêvebirê ofîsa têkliyên derve di rêvebiriya ewlehiyê de bi karê pêwndiya berdewam li gel Hevbendiya Niştimanî hate erkdarkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî