Ofîsa Jinê di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de bi serpereştiya Cîgira Serok û Hevrêzkara Xebatên Ofîsê Ruba Hebûş, hevdîtinek li gel xwendekarên zanîngeha Elnehda û Zanîngeha Heleba Azad li deverên rizgarkirî lidar xist.
Û amadebûyan giringtirîn çalakiyên Ofîsa Jinê li bajarê Ezazê yê li gundewarê Helebê nemaze komcivîn û workşop û hevdîtinên berdewam nas kirin, û sipasiya Hevbendiya Niştimanî li ser avakirina herdu ofîsan kirin, û tekezî li ser piştgiriyê bo bihêzkirina karên wan ofîsan kirin.
Û amadebûyan rewşa zanîngehan li deverên rizkarkirî gengeşe kirin, û bal kişandin ser pêwîstiya piştgiriya zanîngehan û dabînkirina pêdviyên wan di warê hînkirinê de, û lidarxistina xolên siyasî yên têkildarî xwendekaran, û dabînkirina çavkaniyên siyasî ji wan re, û lidarxistina weorşopan li ser dîroka sûriyê ya siyasî.
Û bal kişandin ser pêwîstiya dîtina jîngeheke piştgir ji mafên jinê re di warê siyasî û civakî de, û piştgiriya ku jin tevaya mafên xwe bidest xwe ve bîne, û beşdariya wê di tevaya aliyên jiyanê de misoger bike.
Û amadebûyan li ser berdewamiya hevdîtinên weha ji bo pêkanîna çalakiyên hevbeş di navbera ofîs û xwendekarên xort û keç de û di warê hevkarî û hevrêziya ji bo lidarxistina worşopên hevbeş lihev kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî