Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Munzir Sras, û endamê desteya giştî Fatih Hesûn, hevdîtinek bi seroka tîma Sûriyê di rêveberiya Netewên Yekbûyî bo Karûbarê Siyasî û Pêkanîna Aştiyê xanim Amenda Robert re li baregeha Netewên Yekbûyî li bajarê Xazî Entaba Tirkî pêk anî, di hevdîtinê de behsa dawîtirîn pêşketinên meydanî û siyasî yên dosya Sûriyê û nemaze karê desthilata Sûrî ya demkî û Artêşa Niştimanî ya Sûrî hat kirin.
Û endamên Hevbendiyê tekezî li ser vê dema dawî kirin, ya ku pêşketinên giring ên ku wê bandoreke wan ya balkêş li ser xakê çêbibe têde hebûn, ji ber ku Desthilata Demikî nerîneke zelal daniye, ji bo mukumkirina rêvebirina sivîl û hukumraniya aqlane, herweha yekkirina piraniya hêzên artêşa azad di artêşa niştimanî ya Sûrî de.
Û endaman daxwaza piştgirtina karê dezgehên Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî kir, bi armanca başkirina rewşa wan deveran û pêşkêşkirina xizmetguzariyên çêtir bo nişteciyên ku demeke dirêj derdê milîsên terrorist kişandine.
Û behsa prosesa siyasî û pêşketinên wê yên di riya destpêkirina karê komîta destûrî re bi hrûdû desteyên wê, ya mezin û ya piçûkkirî, hat kirin. Û Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya daraştina destûreke hemdemî ya nû ya ku azadiyê û mafan û cudabûna desthilatan dabîn bike kir.
Herweha tekezî li ser giringiya destpêkirina behskirina spetên din ên prosesa siyasî û biryarên navdewletî û di serî de daxwiyaniya Cinêvê ya 2254, ya ji sepeta hukumraniyê û ya helbijartinan û têkbirina terorîstiyê pêk tê, hat kirin.
Û ji hêla xwe ve xanim Amanda bal kişand ser ku hemû alî kok û lihev in ku komîteya destûrê gava yekemîn e, û ne tevaya prosesa siyasî ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî