Nesir Elherîrî Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî alîkariya Qeralê Si’ûdî Ebdullah Bin Ebdulezîz ya ko 52 milyon dolar ji Programê Cîhanê yê xwarinê re ji bo Penaberên Sûrî gelekî binirxbuha dît. Û got: li bersivdana Qeralê Siûdî ji banga Penaberên Sûrî yên li Kampan reû hestê wî yê bilind em bi rêz dinirxînin.” Di heman çax de jî doz ”li Birayên din yên Kendava Erebî kir da ew jî destê alîkariyê dirêjî xelkên Sûriyê bikin, piştgiriya Programê Cîhanê yê xwarinê bikin, da ji nû ve alîkariya xwe ji bo milyon û 700 hezar Penaberên Sûrî vegerînin.” Çimkî berî mehekê ew rawestandibûn.
Herwha Elherîrî doz li Dewletên Erebî kiribû da “berpirsiyariya xwe hilgirin bi taybetî ketwariya dijheviya ramyarî ku astengiyê dixe pêş gihaştina banga Penaberan bi bal guhê Civaka Navdewletî.” û got: “rawestandina alîkariyan ji ser 1,7 milyon Penaber, tevli biryara Netewên Yekbûyî kêmkirina alîkariyên Mirovî ji ser Penaberan, berpirsiyariyê dide ser Birayên Dewletên Kendava Erebî. Alîkariya zarok û Jinan yên ko bûne goriyên tawankariyên Esed û dijheviyên ramyarî li Herêmê bibe, erkekî yasayî û sincî ye da lezê têde bikin, çimkî serma zivistanê dilovaniyê nake û qîlên birçîbûnê rojane bi dehên Zarokan berbat dikin û Bav û Diyan nexweş dikin.”
Herweha Elherîrî salixê rawestandina alîkariyên Programê Cîhanî yê alîkariya xwarinê ko”awayekî ne ketwarî ye û ne li gor pêdiviyên mirovî yên ko xelkên Sûrî beraberiya wan dikin,” salixê biryarê weha da” wek ko ew malbatên Sûrî yên li Dewletên Cîran bi dardakirinê siza kirin.
Ne pirnsîbe ko Cîhan bi sedên milyaran ji bo tunekirina tiroristiyê terxan dikin, di heman demê de alîkariyên mirovî ji ser xelkên ko ji ber Bermîlên Esed û çekên wî reviyane birawestînin.
Ev pêngav bervajî istiratîciya Navdewletî ya ji bo têkbirina tiroristiyê diçe, çimkî bi rêkekê an bi yeka din seqayekî ji bo berhemdana tiroristiyê di nav koçber, derbider û penaberan çê dike. Bi kurtasî kêmkirina alîkaiyan awayekî neberpirsiyar e û wê bobelateke mirovî çê bike.
Gerek Rêkxistinên Navdewletî di beraberiya tevliheviyên civakî û ramyarî de yên ko Herêm di wan de dijî berpirsiyariyê bêtir hilgirin, çimkî danûstandin bi bêberpirsiyarî wê bi neyênî li ser hemû Dewletên Cîhanê vegere. Ne rewiştî ye ko gotina Cîhanê ji bo piştgiriya cengan yek be û li ser xwarinkirina Zarokekî birçî an alîkariya Rîspiyekî an Jineke derbider bêçare bimîne.
Jêder: Hevbendî