Hevbendiya Niştimanî Sûrî rizgarkirina bajarê Erîha, gundên Kefer Necid, Mi`iterem, û Orim El – Coz li Gundewarên Idlibê ji komên kuştin û tawankariyê ên bi rejîma Esed û milişiyên regezperist ve girêdayî ne li xelkên Welêt pîroz kir. Berdevkê Fermî Bi Navê Hevbendiyê Salim El – Mislit tekez kir ku ew mîna : ” xelekekê ji zincîra serkeftinên di riya rizgarkirina hemû xaka Sûriyê de tê, rewşin nû ferz dike, divê ku Civaka Navdewletî, Dewletên Erebî, û hemû dewletên Dostên Milletê Sûrî danustendinê bi awayekî ku rê ji veguheztinek siyasî tekûz re veke pê re bikin, dûv re dûbare – avakirina Sûriya mîna dewleteke sivîl, ku hemû hêviyên milletê xwe pêk bîne”.
El – Mislît dît ku nîşanên rûxandina tekez ya rejîmê dest bi diyarîbûnê kirine, û haydarî da ji :” lihevketin û gelemşeya tolhildanê ku dibe rejîm dijî sivîlan bikar bîne, û kuştin û wêrana hovane ya bêhêvîbûnê pir bike, bi bikaranîna sarûx, bermîlên teqîner, û çekên kimawî, û di vê dawiyê de jî bikaranîna mayînên deryayê û siyaseta erda şewitandî, ji bo pêkanîna awayê rejîmê ê bikarhatî di wêrankirina hovane de ku armanca wê a pêşî beravêtîkirina çi hewldanên avakirina deverin hêmin û aram bi rêvebiriya şoreşgeran”.
Berdevkê bi navê Hevbendiyê tekeziyê li ser ” Baweriya xwe bi hêzên şoreşê ku şer di ber sivîlan de dikin, û kar li gor nerîn û exlaqên şoreşê dikin, rêzgirtinê ji peyman û belgeyên navdewletî re digrin ” dike. Û ” Helwesta xwe ya siyasî ku bi nerînên şoreşê pabende ta pêkanîna armanc û hêviyên wê.” nû kir.
Jêder : Hevbendî