Firokên Rûsî avahiya navenda parêzgeha Heleba Azad ya li bajarokê “Dêr Cemal” li Gundewarê Helebê yê Bakurî, duh Sêşembê bi Du sarûxên valahî armanc kir, di encamê de wêraneke mezin çêbû, û hejmarek ji sivîlan birîndar bûn.
Endamê Desteya Giştî û Serokê Encumena bajarê Helebê Usama Telco êrîş şermezar kir, û destnîşan kir ku “Ew êrîş bi awayekî zelal diyar dike ku dagîrkerê Rûsî û Iranî jêrxane û saziyên ku di xizmeta welatiyên Sûrî de kar dikin armanc dike”.
Telco diyar kir ku ev êrîş hat, piştî hindek se’et ji avêtina firokên Rûsî ji belavokinan re ku gef bi derbin mezin û dijwar dixwarin, bi êrîşên li ser deverên ava û taxên sivîlan û weltî hişyar kirin ji bo ku derkevin.
Di heman mijarê de, endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî Suhêr El – Etasî got Encumena Parêzgeha Helebê ji giringtirîn saziyên sivîl e, xizmetên jiyanê pêşkêş dike, û li gor yasaya navdewletî ya mirovahî divê ev Encumen parastî be û êrîşkirina wî qedexe be, û destnîşan kir ku ev yek binpêkirineke tirsnak e ji yasaya navdewletî a mirovahî re, û dikeve ser binpêkirnên kevin ên dagîrkerên Rûsî û Iranî, û komên çete ên Esed derheqê sivîl û saziyên jêrxaneyan li deverên rizgarkirî ji Sûryayê.
Hêjaye gotinê ku Encumena Parêzgeha Helebê nûçeya şehîdbûna rêvebirê nivîsgeha xwe ya çandiniyê Ehmed Xerfan berî çar roja ragihand, ku di şerê êrîşeke leşkerî de bi serkirdayetiya Pasvanên şoreşger ên Iranî li Gundewarê Helebê yê Başûrî şehîd bû.
Jêder: Hevbendî