Ji encama êrîşên balafirên Rûsî li ser hejmarek ji herêmên Sûriyê pêlin mezin ji koçberiyê di nava sûriyê de çêbûn, pêla yekem ji wan gihişt Turkiyê, hejmara wan gihişt 1000 sûrî di vê heftiyê de.
Encumana parêzgeha Humsê ragihand ku devera gundewarê Hums yê bakur bûye herêmek bobelatlêbûyî, ji encama koçberiya hundirîn, û bêtir ji 9000 kes ber bi gundewarê humsê yê bakur ve, li bajarên Telbîsê û Resten û zeviyên derdorê koçber bûn, û her weha ber bi Zaferaniyê û gundê Dêrfol.
Û berê jî nêzî 85 hezar sivîlî ji gundewarê Helebê yê başûr ji destpêka êrîşên rijêma Esed de bi piştgiriyek asîmanî ji balafirên rûsî roja şemiya bûrî koçber bibûn.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Xalid Xoca tekez kir ku dagîrkirina Rûsiya ji Sûriyê re” aramiya deverê têk dibe û ewlehiya wê û ya cîhanê jî di bin fişarê de dihêle”.
Xoca tekezî li ser pêwîstiya avakirina herêmeke aram li bakur û başûrê Sûriyê kir. Ji ber ku ew dê gelek Sûriyan ji bermîlên rijêma Esed û balafirên wî yên tewnkar biparêzin, û wê bihêle koçberiya bo derveyî welat kêm bibe.
Xoca weha jî got: Devera hêmin tê wateya pêkanîna aramiyê, û dê bihêle penaber vegerin ser xaka xwe, û dê alîkariyên mirovî bêhtir karibin bigihên wan.
Jêder : Hevbendî+ Ajans