Vekolînerên Mafnas û Pisporine navdewletî digel şandeya Elmanî ya herdemî li Netewên Yekbûyî û Rêkxistina Lêbûrîna Navdewletî simînareke taybet çêkirin ji bo Binçavkirina Kotekî li ser destê Rêjîmê li Sûriyê bi navûnîşanê”di navbera Zindan û Gorê de li Sûriyê rewşa Binçavkirina Kotekî heye.”
Gotûbêj li ser rewşa mafê mirovan li Sûriyê bi taybetî li ser rewşa Binçavkirina Kotekî û li ser êşkenceyê û nebaşiya danûstandinê bi Girtiyan re bi armanca bilindkirina têgihanê li bal Diplomasiyên Netewên Yekbûyî li ser dehênhezaran yên Binçavkirina Kotekî li ser destê rêjîma Esed ji sala 2011an ve, û bikaranîneke rêbazkirî li dijî sivîlan ew dikevin asta tawankariyên li dijî mirovantiyê.
Balyozê Elmanî yê herdemî li Netewên Yekbûyî Hîrald Birawin got: Texmîn tê kirin ko ji 2011an ve bi qasî niştecihên bajarokekî navçe ev qas xelk li Sûriyê hatine veşartin û nêzîk 56 hezar kes bi kîmanî di çar salên buhurî de hatine revandin, û bi piranî tu şop û nûçe li ser wan nîn in.
Diyar kir ko binpêkirina mafê mirovan ya metirsîdar îro dibe, lê belê nediyarkirina rewşa Binçavkirina Kotekî dihêle ko li ser mirovên wan pir zor be.
Berê jî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Opozisyona Sûriyê doz li civaka Navdewletî û Rêkxistinên Mafê Mirovan kiriye ko “li ber tawankariyên Esed û çeteyên wî der mafê Girtiyan dikin rê bigirin, û Çavdêriyeke tenduristî bilez li ser Girtîgehan deynin yên ko ji hewldana viyana milî ya doz bi rûxandina Rêjîmê dikin bikar tên.” Her wiha Hevbendiyê doz bi aşkerekirina çarenivîsa Girtî û Kesên bi kotekî hatine veşartin diyar dike.
Jêder: Hevbendî