Nekêmtir ji 4 nexweşxaneyan rastî bombebarankirina firokên şerker yên Rûsiya hatine her ji destpêka destdirêjiya wê li ser Sûriyê.
Rêxistina pizîşkên ji bona mafên mirovan got ku wê 313 êrîş li ser navendên pizîşkî û kuştina 679 karmendên pizîşkî li Suriya dîkoment kirine her ji destpêka destpêkirina Şoreşê li dijî rêjîma Esed di Adar/ Maris 2011an û heta dawiya tebaxa 2015an.
Rêxistinê da zanîn û got ku “hêzên rêjîma Esed berpirsin di ber bêhtir ji 90% ji van êrîşan de, û her êrîşek ji van êrîşan tawaneke cengê ye”.
Ji aliyê xwe ve endamê Hevbendiya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Dr. Cewad Ebû Heteb tekez kir ku firokên Rûsiya di destpêka vê heyva niha de nexweşxane armanc kirin ku wan nexweşxaneyan çavdêriya pizîşkî pêşkêşî sivîlan dikir, lewra tîmên pizîşkî rewşa awarte ji neçarî ragihandin û hemû nexweşxane vala kirin ji tirsa bombebarankirinê.
Ebû Heteb bangewazî da civaka Navdewletî bo rawestandina bilez ya vê destdirêjiyê, û agahî da ku di dema civaka navdewletî bê bersiv be wê tîmên pizîşkî ji xaka Sûriyê derkevin, û ev wê bibe sedema ku navçe bimîne bê çavdêriya saxlemî.
Jêder:Hevbendî+Wekalat