Hejmara şehîdên kuştara bajarê Telbîsê li Gundewarê Humsê Gihişt 17şehîdî, di nav wan de şeş zarok û pênc jin jî hene, û nûçe ne zelal e ku firokên Esed yan jî yên dagîrkerên Rûsî ne yên ku tawan pêk anîne.
Komîta Sûrî bo mafê mirovan diyar kir ku hejmar ne ya dawî ye, ji qurbaniyan Ednan Hesen Elûş, Meryem Ebdilqadir Ellûş, Meryem Ebdilrezaq Ellûş, Xedîce Ednan Ellûş, Sacide Ednan Ellûş, û yê zarok Ednan Ellûş, Kemaml Erfan , şe`iban Cinêd Elxelef, Xalid Mesûd Siwês, ya zarok Şehed Usama Siwês, ya birînpêç Nûr El- Dihêk, yê zarok Fadî Murhef, yê zarok Cemal Mesûd Siwês, û yê zarok Umer Usama Siwês e.
Hevbendiya Niştimanî bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî ji Encumena Ewlehiyê xwest ku pêrabûnin gerek “Tund û aktîv” bo rawestandina êrîşên ku rûsya bi ser milletê Sûrî de tîne bistîne.
Hevbendiyê tekez kir ku ev kuştar” Divê ku bêlêpirsîn derbas nebe” û doz kir ku “Sînorek ji êrîşên ku bi derewan dibêjin em şerê tirorê dikin werin danîn, û ew nehatiye Sûrî ji bilî bo piştgiriya tirorê û bihêzkirina rejîma Esed û milişiyên regezperist û piştgîr bike”.
Hevbeniyê diyar kir ku derbên Rûsî bûn sedema koçberkirina 85 hezar sivîlî ji Gundewarê Heleba Başûr, ji hêla xwe ve rêxistina Koçkirinê ya Navdewletî ragihand ku 48 hezar koçber di pênc rojên dawî de ji Tirkyayê derbas bûn Yonanistanê.
Jêder: Hevbendî