Hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî bi piştgiriya çekên asmanî yên Rûsî operasiyonên xwe yên leşkerî li dijî sivîlan li piraniya herêmên Sûrî tekûz kirine, di heman çaxê ko endamên Encûmena ewlehiyê têk çû di gihaştina çareseriyekê ji bo rawestandina êrîşan, an ji gihiştina pirojeyekê derbarê bikaranîna çekên kîmawî.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûruyê di daxuyaniyekê de duh duşembê daxwaz ji Encûmena ewlehiyê kir ko ‘’ tawankariyên cengê û qirkirina ko rêjîma Esed û Rûsya derheqê miletê Sûrî bikar tîne ‘’rawestîne.
Hevbendiya niştimanî dibîne ko ‘’gerek civaka navdewletî wan êrîşên bêhişî yên ko dagîrkerên Rûsî û rêjîma Esed li herêmên corbicor li Sûriyê pêk tînin, eşkere pirotesto bike, û ji bo rawestandina wan kar bike, û sivîlan li hemû deverên Sûriyê rizgar bike. ‘’
Îro çalakvanan gotin ko li Xûta rojhilat ya dorpêçkirî bi sedema êrîşên asmanî yên firokên Esed û Rûsya 40 kes şehîd ketin, û dezgehên ragehandinê yên xwecihî li Xûta rojhelat anîne ziman ko duh çar kuştar pêk hatine û di encamê de dora 30 kesî şehîd ketine û bi dehan birîndar bûne.
Çalakvanan li bajarê Dûma bal kişandine ser ko tevgera xelkê rawestiyaye piştî ko rêjîmê gaza kilora jehrîn bikar aniye.
Acansa rojnamevaniya Firensî aniye ziman ko pirojeya biryara dewletên rojavayî ya ji encûmena ewlekariyê re hatiye pêşkêşkirin, têde êrîşên ko rêjîmê dane ser Xûta rojhelat bi gaza kilorê pirotesto kirine, û got ko encûmena ewlehiyê ji bo gihaştina pirojeyê biryarekê ji bo awayekî nû ji sizakirina kesên destên wan di bikaranîna çekên kîmawî de li Sûriyê heye têk çû.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî