Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Nûra Elemîr, êrîşkirina bi kemînekê li ser şevgerekê ji artêşa Libnanî roja Sêşema bûrî li bajarokê Ras Bielbek li Biqa´aʾ rojhilatî Libnan, bi destê girûpek çekdar şermezar kir. Ku di encamê de 6 serbazên Libnanî jiyana xwe jidest dan û hevalê wan yê heftan birîndar bû.
Elemîr got: Milletê Sûrî ji berê de ta niha bêtirîn miletê ku ziyan lê dibe ji ber tawanên rêjîma Esed û milişiyên pê re şer dikin di pêşî de Hizbillah, herweha rola wan di gurbûna milîperestiyê û derketina rêxistinên tendrew, û ew vê tawanê şermezar dike, û tekez dike ku kesê sedema wê bûn wê bibin cihê peyketin û cezakirinê, herweha tekez dike ku çi aliyê van kiriyaran bispêre xwe ew jî bêguman li rex hêzên tundrew û zordar e ku Sûryan gotin li ser rûxandina wan kiriye yek.
Hêja ye gotinê ku razgirê giştî yê Hevbendiyê Nesr Elherîrîr doz li Hikûmeta Libnanî kiribû ku bi zanebûn danûstendinê bi pirsgirêka revandina girûpên çekdar ji serbazên artêşa Libnanî re. û got: ” Danûstendina bi vê pirsgirêkê re di bin siya nakokiyên siyasî ku dever tê re derbas dibe, mina kesekî hewla jikarxistina bumbeyek demkî dide ku li ber teqînê be di zeviyeke bumbên siyasî û civakî de ku kiryarên Hizbillah yê tiror û rejîma Iranî ya sitemkar di Rojhlata Erebdî de ew çandiye “.
Jêder: Hevbendî