Xetîb Bedla Endamê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî de li ser daxuyaniya Esed ji Toreya Nûçeyan BBC re, salixa Esed bi “derewîn û xapînok ” da. Çimkî Esed bikaranîna Xaza Kilor û Bermîlên Teqîner li dijî Sivîlan manedle kir. Herwiha got ko hêzên wî Sivîl dorpêç û birçî nekirine. Elbedla got: Ev tawankarî “li pêşberî cîhanê û civaka navdewletî bi wêne û vîdyo belgekirî ne. Ji bil raportên Netewên Yekbûyî û Rêkxistinên Navdewletî jî pir hene.”
Elbedla raporta Komîta Peyketina Rastiyê ya erkdara şopandina bikaranîna çekên kîmawî destnîşan kir, ya ko Rêjîma Esed bi avêjtina Bermîlên Teqîner yên xaza kilor di wan de li ser sê Gundên Bakurê Helebê gunehbar dike.
Raport li ser dîdevaniya 32 kesan ji 37an ko hevdîtin digel wan de bûye , dîtin an jî dengê Hilîkopteran bihîstin gava Bermîlên Teqîner yên jehirkirî avêtine. Wisa tê xuyakirin ko Rêjîma Esed ew berpirsiyar e, çimkî ew tenê ev alav di destan de hene.
Elbedla da xuakirin ko eger Esed berdewan be di“mandelkirina ,ku cihêqerfê ye, ji bobelata ku ew sedema wê ye , nîşaneke ji Civaka Navdewletî re ko çareseriya siyasî bi mana evî Tawankarî re hîç nabe.” Û Got giring e Şoreşger di daxwazên xwe de berdewam bin heta Rêjîma Esed li gora daxuyaniya Cinêvê ji kok ve hilkin.
Herwiha Endamê Desteya Siyasî da xuyakirin”Aliyê ko dikare wî gunehkar bike û pirsan ji tawankarê cengî (Beşar Esed) bike tenê Dadgehên Tawankariyan in, lê Dezgehên ragihandinê ji bil derewan ji Esed nastînin.” Rêkxistinên mafnasiyê heta nuha 8 hezar Bermîl ko Firokên Esed bi ser taxên Sivîlan de berdane belge kirine. Heta nuha bi sedan kuştî û bi hezaran birîndar qurbanî bûne.
Elbedla got ko Tawankarên Cengê û ji nav wan Beşar herdem amade ne ji gotinan re da tawankariyên xwe rewa bikin. Di heman çaxî de pirs kir, çi behaneyên Civaka Navdewletî hene eger evî Tawankarî heta nuha berdayî bê sizakirin bihêlin? Destnîşan kir ko bêdengiya Navdewletî dihêle ko tawankariyên cengî bibin awayekî rojane ko Esed pê radibe. Û dê gelek qurbanî çêbibin eger ev Çete di desthilatiyê de berdewam bin.
Jêder: Hevbendî