ji destpêka 2015an de , nirxê Dolar roj bi roj ber bi buhabûnê ve diçe.
Di vê heyvê de nirxê dolar li hemberî lîreya Sûrî gihşt 240 lîreyeyê. Abûrînas bi metirsî li rûxandina lîreya Sûrî dinêrin ji ber pêre nirxê hemû pêdiviyên jiyanê bilind dibe.
Ferhad Ehmed karmendek ji bajarê Qamişlo ye, gazinên xwe ji me re diyar dike “Malbata min ji 6 kesan pêk tê, tevlî zêdebûna mûçeyan em nikarin debara jiyana xwe bikin nemaze ku du xwendekarên zanîngehê di malbatê de hene”.
Abûrînas Xorşîd Elîka tekez dike ku erzanbûna nirxê lîreya Sûrî li hemberî diravên biyanî kirîzeke mezin peyda dike.
Elîka sedemên buhabûna nirxê dolar ji malpera me re diyar kir ” dahatên deverên di bin kontrola rikberiyê de nakevin xezîneya dewletê de, lewra ev yek kirîzekê dixe sîstema abûrî de û bandora xwe ya nêgatîv li milet dike”
Her wiha abûrînas got ku sedema sereke ji vê rewşê re ew e, kêmbûna nirxê bermîla petrolê li bazarên cîhanê û ev yek dibe sedema ku Rûsiya û Îran nikarin piştgiriya hikûmeta Sûrî bikin .
Li gor ku çavdêr dibêjin sîstema abûrî ya dewleta Sûrî ber bi ruxandinê ve diçe û ev yek tê wateya girêdana di navbera abûrî û siyasetê de .
Jêder : Hevbendî